Di şaxa FETOyê ya Artêşa Tirk da 25 gumanbar hatin girtin

25 gumanbarên ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna dijî şaxa Artêşa Tirk a FETOyê da dan binçavkirin û sewqî dadgeriyê kirin, hatin girtin

Di şaxa FETOyê ya Artêşa Tirk da 25 gumanbar hatin girtin

25 gumanbarên ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna dijî şaxa Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya Artêşa Tirk da dan binçavkirin û sewqî dadgeriyê kirin, dadgeriyê biryara girtina wan da hatin girtin. Di nav gumanbarên binçavkirî da eskerên wezîfedar û îmamên sivîl ên rêxistinê jî hene.

Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna ser şaxa FETOyê ya Artêşa Tirk da kesên ku bi têlefonên ankesor xeberdane û kesên ku di beyanên îtirafkaran da navên wan derbas dibin hatin tesbîtkirin û jê 45 gumanbar hatin binçavkirin.

Ji gumanbaran 8 kes jê poşman bûn û miemeleya hukmên poşmaniyê ji wan ra hat kirin, 3 jê jî ji ber rewşa delîlan dozgeriyê ew berdan. Jineke gumanbar jî ji ber ku dergûşa wê heye, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Dozgeriyê 33 gumanbarên din jî ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar" sewqî dadgeriyê kirin.

Dadgeriyê biryara girtina 25 gumanbaran da. 5 gumanbar jî di mehkemeyê da poşman bûn û miemeleya hukmên poşmaniyê ji wan ra hat kirin. 3 gumanbar jî ji ber rewşa delîlan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Der heqê 9 gumanbarên ku biryara wan a binçavkirinê hatibû dayîn, lê li navnîşanên xwe nebûn da biryara girtinê hat dayîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE