Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di serî da enflasyon miheqeq em ê pirsgirêkên ku di vê heyamê da derdikevin çareser bikin û ji heq bên der."
Erdogan ji Qesra Wahdeddîn bi weşana zindî beşdarî merasima vekirinên komî yên li Zonguldakê bû.
Serokomar Erdogan der barê Rêya Zonguldak-Kilîmlî û Tunêlên Prof. Dr. Şaban Teoman Duralî da wiha got, "Bi saya vê projeyê ku maliyeta wê milyarek û 150 milyon lire ye rêya di navbera Zonguldak-Kilîmliyê da dê ji 40 deqîqeyî dakeve 5 deqîqeyî."
Erdogan der barê vekirinên komî yên li Zonguldakê da diyar kir ev veberhênan bi tevahî 3 milyar û 404 milyon lire ye û got ku bira ji bona bajêr, welat û şaredariyên me li ser xêrê be.
Serokomar Erdogan diyar kir ji bona wan ya herî girîng daxwaz û rewşa welatiyên wan e û got ku êş, pirsgirêk û derdê gelê me ji bona me beriya her tiştî tên.
Erdogan destnîşan kir di serî da enflasyon miheqeq wê pirsgirêkên ku di vê heyamê da derdikevin çareser bikin û ji heq bên der.AA