Di serayan de çandiniya bêax

Li Edeneyê gelek sebze bi hilberîna bêax tên çandin.

Di serayan de çandiniya bêax

Çiqas diçe heyama çandiniya bêax berbelav dibe û hilberîn zêde dibe. Li Edenê jî karmendekî dev ji wezîfeya xwe berda û li gundê xwe dest bi çandiniya bêax kir. Cotkar Suleyman dal niha li seramarolê hildiberîne.

Di serayan de hilberîna bêax dikin. Ji cihekî gelek biçûk, randûmaneke mezin bi dest dixin.

Li Edeneyê jî çandiniya bêax her ku diçe zêde dibe. Süleyman Dal jî dev ji karê xwe yê li Stenbolê berda, hat Edenê û li gundê xwe sera ava kirin.

Dal bi sîstema çandiniya bêax niha marolê hildiberîne.

Süleyman Dal got, ‘’Em ê karibin ji her serayê salê 8 caran mehsûl hildin. Ji bo çandiniya marûlan gelek rê û rêbaz hene. Em jî dixwazin bi sîstemên cuda hilberînê bikin. Em bi gubre û mîneralan sebzeyan mezin dikin, hildiberînin.’’

Di çandiniya bêax de bikaranîna derman, av û gubreyê kêm dibe.

Ji bo vê jî li herêma Edeneyê hilberîna bêax her ku diçe berbelavtir dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE