Di serayan de çandiniya sebzeyan dikin

Mamosteyên Zanîngeha Kafkasê ev deh sal in karê serayê dikin

Di serayan de çandiniya sebzeyan dikin

Mamosteyên zanîngeha Kars Kafkasê di serayên li baxçeya zanîngehê de sebze û heşinayiyan diçînin û çandiniyê dikin. Li baxçeyê zanîngehê bi tevahî 12 heb sera hene. Mamoste ev deh sal in di van serayan de sebzeyên organîk diçînin.

Akademîsyenên Zanîngeha Kafkasê ya li Qersê, beriya deh salan li baxçeyê zanîngehê dest bi gihandina sebzeyan kirin.

Mamosteyan li baxçeyê zanîngehê di nav 10 salan de 12 heb sera amade kirin. Niha di van serayan de sebze û heşinayiyên organîk diçînin.

“Ew 2 meh in em ji serayên xwe heşinayiyan berhev dikin û dixwin. Me di serayan de sebzeyên wek marol, pîvazên şîn û bexdenoz çandin. Em hem diçînin hem dixwin. Ji ber ku li bajarê Qersê hewa sar e em serayan amade dikin.”

Li bajarê Karsê hewa sar e. Ji ber vê jî heta meha Hezîranê li derve sebze û heşinayî çênabin.

Mamosteyan bi serayan him ji vê re çare dîtine him jî derbarê çandiniyê de xwendekarên xwe agahdar dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE