Di şewata daristanê ya li Aksekiyê da kesek mir

Bi tesîra bayê guj va şewat gihîşt dora Bendava Oymapinarê ya li Manavgatê.

Di şewata daristanê ya li Aksekiyê da kesek mir

Midaxeleya li şewata daristanê ya li Aksekiya navçeya Antalyayê dest pê kiribû û bi tesîra bayê va xwe avêtibû Manavgatê dewam dike.

Li Kepezbeleniya taxa Aksekiyê agir bi daristanê ket.

Bi tesîra bayê guj va şewat gihîşt dora Bendava Oymapinarê ya li Manavgatê.

Ji ber şewatê hin malên li Kepezbeleniya taxa Aksekiyê û Karavca, Guzeyalî, Saraçlî, Çeltîkçî û Ulukapiya taxên Manavgatê hatin valakirin.

- Kesek mir, ji sedî 80yê malên taxê şewitîn

Volkan Hulurê Qaymeqamê Aksekiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şewatê di saet 00.30yî da dest pê kir û di nav 15 deqîqeyan da midaxele kirin.

Hulur destnîşan kir ku di demeke kin da şewat li Taxa Kepezbeleniyê belav bû û wiha axivî: "Ji ber şewatê rêya Kepezbeleniyê xitimî, 13 kes li taxê mehsur man. Ekîbên me yên agirkujiyê û cendirmeyan midaxele kir û 12 kes hatin xilaskirin. Hasan Alî Yukselê 82 salî di tesîra dû da ma û mixabin wefat kir. Ji sedî 80yê malên li taxê şewitîn."

Hulur got bi midaxeleyên ji beja û hewayê va şewaata li nav gund hildan kontrolê lêbelê şewata li dorberê hê dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE