Di şewbê da pisîkên Vanê ji dûr va tên hezkirin

Li navendê beriya şewbê ziyaretvan dikaribûn ji pisîkan hez bikin û wan têr bikin, lê ji ber şewbê ev temas hat birîn.

Di şewbê da pisîkên Vanê ji dûr va tên hezkirin

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pisîkên Vanê yên li "Mala Pisîkan" ya Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pisîka Vanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Vanê  dimînin tevdîr tên hildan.

Ji ber tevdîrên (Kovîd-19)ê li Mala Pisîkan him ji bona pisîkan û him jî ji bona xebatkaran tevdîr hatin hildan.

Li navendê beriya şewbê ziyaretvan dikaribûn ji pisîkan hez bikin û wan têr bikin, lê ji ber şewbê ev temas hat birîn.

Pisîk hatine îzolekirin

Midûrê Navenda Lêkolînê ya Pisîka Vanê Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ji meha Adarê vir va navendê ji bona ziyaretê girtine û got ku em nizanin Kovîd-19 bandoreke çawa li pisîkan dike.

Kaya destnîşan kir ku hemû heywan îzole kirine û got ku em nahêlin temasa wan bi însanan ra çêbe û wiha dewam kir: "Ziyaretvan li gor mesafeya fizikî û bimaske ji dûr va dikarin ji pisîkan hez bikin. Pisîk ji eleqeyê hez dikin û ber bi însanan va diçin, lê di vê pêvajoyê ev qedexe ye. Di vê pêvajoyê da me jimara xebatkarên xwe jî kêm kirin."

Pisîk bi kefalên ji Behra Vanê derdikevin tên xwedîkirin

Abdullah Kaya diyar kir berê ziyaretvanan pisîk têr dikirin, lê ev nayê kirin û wiha got: "Niha em hefteyê da herî kêm du caran û herî zêde car rojan masiyên kefalê didin pisîkan." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE