Di şewbê de jî li dibistanê ne

Mamoste dersan hazir dikin û bi alîkariya dikandarê taxê li wan belav dikin

Di şewbê de jî li dibistanê ne

Dibistan girtî ne û perwerde înteraktîf tê kirin. Lêbelê li mala her xwendekarî înternet tune û ji dersên xwe dimînin. Mamosteyên wan jî ji bo ji dersên xwe nemînin diçin dibistanê dersên wan hazir dikin û bi alîkariya dikandarê taxê dişînin mala wan.

Dibistan girtî ne lê mamosteyên fedakar li dibistanê ji bo xwendekaran dixebitin.

Ji ber şewba koronayê perwerde li ser înternet û televizyonê tê kirin. Lê li mala her xwendekarî înternet tine û carna xwendekar ji dersên xwe dimînin.

Mamosteyên Dibistana Fatih a li Siirtê jî ji bo xwendekar ji dersên xwe nemînin hewl didin.

Mamoste li malên xwe spartek û dersan amade dikin, li dibistanê çap dikin, pakêt dikin û li ser wan yek bi yek navê xwendekaran dinivîsin.

Piştî vê haziriyê spartekan emanetê dikandarê taxê dikin û ew jî li xwendekaran belav dike.

Bi vî awayî him xwendekar ji dersan namînin him jî dilê mamoste û dêûbavên zarokan rehet dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE