Wezareta çand û tûrîzmê li Adiyamanê, li qada dîrokî ya bi navê pîrînê di nav şikeftê de mûzeyeke biçûk ava kir. Pisporan bi peykerên mumyayî, kevneşopiya binaxkirinê ya heyama qraltiya kommageneyê nîşan da.
Li Bajarê Kevin Pîrînê di xebatên dawî de gorên kevn hatibûn dîtin.
Wezareta Çand û Tûrîzmê ji bo ku kevneşopiya heyama Qraltiya Kommageneyê nişan bide peykerên mumyayî û hestiyên ku li wê derê hatine dîtin, di gorên dîrokî de bi cih kirin.
Pispor dibêjin bi saya vê xebatê tûrîstên ku bên serdanê, dê kevneşopiya wê heyamê baştir fehm bikin.
Di dema Qraltiya Kommageneyê de, mirî tevî tiştên xwe yên biqîmet dihatin binaxkirin.
Wezaretê ji bo ku van gorên kevn ji diziyê biparêze, tevdîrên li qada dîrokî zêde kirin.