Di şikefta Garayê de gelek çek û muhîmat hatin dîtin

Di şikefta li Garayê da ku PKKyê welatiyên sivîl caniyane şehîd kirin da gelek çek û muhîmat hatin dîtin.

Di şikefta Garayê de gelek çek û muhîmat hatin dîtin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, di şikefta ku PKKya rêxistina terorê welatiyên sivîl caniyane şehîd kirin da gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin.

Di parvekirina ser medyaya civakî ya Wezaretê da wiha hat gotin, "Di şikefta ku PKKya rêxistina terorê ya dijminê mirovahiyê welatiyên me yên sivîl bi caniyane şehîd kirin da gelek çek û muhîmatên terorîstan hatin bidestxistin."

Bi daxuyaniyê ra wêneyên çek û muhîmatan jî hatin parvekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE