Di sînordarkirina derketina derva da kuçe û kolan bêdeng in

Li Rojhilatê Anadoluyê bi sînordarkirina derketina derva ra kuçe û kolan bê deng bûn

Di sînordarkirina derketina derva da kuçe û kolan bêdeng in

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di sînordarkirina derketina derva ku ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tê sepandin da kuçe û kolanên Erzirom, Qers, Erzincan û Erdexanê xalî bûn.

Sînordarkirina derketina derva ku li tevahiya welêt heye, wê roja duşemê di saet 05.00î da kuta bibe. Di çarçoveya sînordarkirinê da li Erziromê kuçe, kolan, meydan û qadên dîrokî xalî ne.

Hêzên asayîşê li baregehên kontrolê belgeyên şofêr û rêwiyan kontrol kir û li tevahiya bajêr kontrol kirin.

Li Qers, Erdexan û Erzincanê jî kuçe, kolan û meydan xalî bûn.

Polêsan li têketin û derketina bajêran, qadên qerebalixî lê çêdibe û kargeh kontrol kirin.

Der heqê welatiyên ku sînordarkirina derketina derva binpê dikin û welatiyên ku belgeya wan a destûrê tuneye da miemele hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE