Di sînordarkirina derketina derva da kuçe û kolan bêdeng in

Li Kilis û Adıyamanê di sînordarkirina derketina derva da kuçe û kolan bêdeng in...

Di sînordarkirina derketina derva da kuçe û kolan bêdeng in

Li Kilis û Adıyamanê ku di nexşeya rîskê ya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di kategoriya "rîska zêde û ya pir zêde" da ne, kuçe û kolan bêdeng in.

Bi sînordarkirina derketina derva ya ku dê 8ê Adarê roja duşemê saet 05.00an bi dawî bibe va Kilis û Adıyaman bêdeng bûn.

Li Kilisê hêzên ewlekariyê li tevahiya bajêr kontrolên xwe didomînin.

Li Adıyamanê jî bi sînordarkirinê kuçe û kolanên bajêr ên qelebalix, bêdeng bûn. Li navenda bajêr Meydana Sumerê, Parqa Demokrasiyê, Golbaşi, Kolana Golebatmazê xalî bûn.

Ji aliyekî din va jî ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê kontrol pêk anîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE