Di TEKNOFEST’ê de standa TRT’ê gelek qelebalix bû

Di TEKNOFEST’ê de standa TRT’ê gelek qelebalix bû. Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren jî li teknofest’ê, çû serdana standa TRT’ê.

Di TEKNOFEST’ê de standa TRT’ê gelek qelebalix bû

Di TEKNOFEST’ê de standa TRT’ê gelek qelebalix bû. Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren jî li teknofest’ê, çû serdana standa TRT’ê. Eren bi zarokên xwe re li standan geriya. di axaftina xwe de got; TRT bi taybetî jî ji bo zarokan weşanê dike.

Li Stenbolê kelecana TEKNOFESTê dewam dike.

Di roja 4emîn de Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren jî li wir bû.

İbrahim Eren: “Em di hundirê balafiran de, di balafira kargoyê de jî geriyan. Gelek xweş bû. Ez bi 2 kurên xwe ve hatim vir. Em bi hev re digerin. Gelek bikelecan in. min par ew neanîn TEKNOFESTê. Demeke dirêj ji min xeyîdî bûn.”

TRTê jî di TEKNOFESTê de stand vekir.

İbrahim Eren got standa TRT Çocukê qelebalix e.

İbrahim Eren: “Bi ferqeke mezin, li Tirkiyê qanala ku herî zêde tê temaşekirin TRT Çocuk e. em tu reklaman nadin. Malbat bi dilrihetî qanalê vedikin û zarokên xwe bi tenê dihêlin. Pedagog hemû senaryoyan dixwînin û kontrol dikin. em piştî wê didin ekranê.”

İbrahim Eren ligel Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoğlu û Serokê Lijneya Rêvebiriya TEKNOFESTê Selçuk Bayraktar li standan geriya.

Li standa TRTê mêvanên surprîz jî hebûn.

Hin lîstîkvanên rêzefîlma TRT1ê Payitaht: Abdulhamit ewilî li qadê geriyan pişt re hatin standa TRTê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE