Di tekstîlê de bû miteşebîsa ewil a jin

İnci Sayilgan Tokê bi piştgiriya dewletê ji xwe re kargeheke tekstîlê vekir

Di tekstîlê de bû miteşebîsa ewil a jin

Li Mûşê cara ewil jineke miteşebîs dest bi karê tekstîlê kir. ji bo kargeha xwe serî li dewletê da û bi piştgiriya dewletê bi 17 makîneyan dest bi xebatê kir. jina miteşebîs inci sayilgan tok niha bi 29 makîne û 50 karkeran tekstîla xwe dixebitîne.

Bi piştgiriya dewletê ji xwe re kargeheke tekstîlê vekir û bû patrona karê xwe.

Navê vê miteşebîsa jêhatî İnci Sayilgan Tok e.

Tok zewiciye û li Mûşê dijî.

Zanîngeha Îlahiyatê xilas kir lê tim dixwest bibe xwediya karê xwe.

Jina miteşebîs ji bo vekirina atolyeya tekstîlê serî li dewletê da û jê re piştgirî derket.

Paşê bi 17 makîneyan dest bi xebatê kir.

Di xebata xwe de bi ser ket û di sektora tekstîlê de bû miteşebîsa ewil a jin.

Niha bi 29 makîneyên kar û 50 xebatkaran kargeha xwe bi rê ve dibe.

Xebatkarên wê jî gelek jê qayîl in.

İnci Sayilgan ji bo bibin miteşebîs bang li hemû jinên Mûşê dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE