Di teqîna Hatayê da tedqîqkirina cihê bûyerê kuta bû

Ekîbên şaredariyê li ser kolana ku teqîn çêbû paqijî kirin

Di teqîna Hatayê da tedqîqkirina cihê bûyerê kuta bû

Li Îskenderuna navçeya Hatayê piştî teqîna ku çêbû li cihê bûyerê tedqîqatê dest pê kir û xebatên tedqîqatê kuta bûn.

Piştî teqîna ku li ser kolana Fenerê çêbû, ekîbên cihê bûyerê karên lêgerîna şoptiliyê û berhevekirina delîlan kuta kir.

Piştî kutabûna tedqîqatê, ekîbên Şaredariya İskenderunê li ser kolan û kuçeyan paqijî kir.

Ji aliyê din va li kolana ku teqîn lê çêbû, welatiyan alaya Tirk bi balkonên xwe va daliqandin.

Duh li Îskenderuna navçeya Hatayê ser kolana Fenerê piştî teqîna ku çêbû 2 terorîst hatibû berterefkirin.İ

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE