Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da aşiya ku li welêt hat kirin ji 32 milyon dozî derbas bû

Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da aşiya ku li welêt hat kirin ji 32 milyon dozî derbas bû

Ji hêla Wezareta Tenduristê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da miqdara doza yekem û doza duyem a aşiya ku li tevahiya welêt hat kirin ji 32 milyonî derbas bû.

Li gorî daneyên rojane yên Wezaretê yên li ser "Platforma Agahdarkirina Aşiya Kovîd-19ê", ji saet 13.25an pê va 18 milyon û 558 hezar û 403 kes doza yekem a aşiya Kovîd-19ê bûn, 13 milyon û 453 hezar û 887 kes jî du doz aşî bûn.

Bi vî awayî hejmara aşiya ku li tevahiya welêt hat kirin gihîşt 32 milyon û 12 hezar û 290î.

Miqdara giştî ya aşiyên ku hat kirin li Stenbolê gihîşt 5 milyon û 354 hezar û 802yan, li Enqereyê gihîşt 2 milyon û 686 hezar û 364an û li Îzmirê jî gihîşt 2 milyon û 178 hezar û 246an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE