Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da zêdetirê 75 milyon dozî aşî hat lêxistin

Li gor daneyên ser malpera "covid19asi.saglik.gov.tr"ê heta 6ê Tebaxê saet 08.30yî li seranserê welêt 41 milyon û 470 hezar û 63 doza ewil, 28 milyon û 197 hezar û 977 doza duyemîn û 5 milyon û 332 hezar û 249 jî doza sêyemîn aşî hatine lêxistin.

Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da zêdetirê 75 milyon dozî aşî hat lêxistin

 Di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê da li seranserê welêt ji alî Wezareta Tenduristiyê va heta niha zêdetirê 75 milyon dozî aşî hatin lêxistin.

Li gor daneyên ser malpera "covid19asi.saglik.gov.tr"ê heta 6ê Tebaxê saet 08.30yî li seranserê welêt 41 milyon û 470 hezar û 63 doza ewil, 28 milyon û 197 hezar û 977 doza duyemîn û 5 milyon û 332 hezar û 249 jî doza sêyemîn aşî hatine lêxistin.

Bi tevahî li çar aliyê welêt heta niha 75 milyon û 289 aşî hatin lêxistin.

Di nav bajarên aşî herî zêde lê hatin kirin da Stenbol yekemîn, Enqere duyemîn û Îzmir jî di rêza sêyemîn da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE