Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ragihand ku di têkoşîna dijî Kovîd-19ê de Tirkiye û DYAya hevpeymanê wê ya di NATOyê de piştevanê hev in.
Altun di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye di şandina kelûpelên tibbî ji bo hevpeymanên xwe berdewam e.
Altun wiha got, "500 hezar maskeyên cerrahî û ekîpman parastinê yên curbicur roja sêşembê dê bigihije Baregeha Asîmanî ya Andrewsê ya DYAyê. Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê de Tirkiye û DYAya hevpeymanê Wê ya di NATOyê de piştevanê hev in.
AA