Di tîrmehê da YPG/PKKyê derbeyeke giran xwar

Hêzên ewlekariyê ku nava welêt û dervayî welêt dan dû terorîstan, di operasyonên serkeftî yên meha çûyî da 106 mensûbên rêxistinê berteref kirin û derbeyeke giran li YPG/PKKyê xistin.

Di tîrmehê da YPG/PKKyê derbeyeke giran xwar

Hêzên ewlekariyê di operasyonên xwe yên serkeftî yên meha tîrmehê yên dijî rêxistina terorê YPG/PKKyê ku qestî hizûr, ewlehî û aştiya Tirkiyeyê dike û ji bo vê yekê dergûş û zarokan jî dixe hedefa xwe da 106 terorîst hatin berterefkirin.

Artêşa Tirkiyeyê (TSK), Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê û Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî li dijî rêxistina terorê ya ku qestî ewlehî û aramiya welêt dike bi piştgiriya gundparêzan xebatên xwe didomînin.

Hêzên ewlehiyê yên ku bi şev û roj li hundir û derveyê welêt dev ji rêxistina terorê bernadin digel şert û mercên xirab ên hewayê û zor û zehmetiyan operasyonên xwe didomînin di meha tîrmehê da jî derbeyeke giran li YPG/PKKê xistin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, di navbera 1 û 31ê tîrmehê da di operasyonên li hundir û dervayî welêt da 106 terorîst hatin berterefkirin.

Di vê pêvajoyê da li gelek bajaran dijî rêxistinbûna şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê operasyon hatin kirin û ji 155 gumanbarên hatin binçavkirin 62 kes hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê ji bo berterefkirina hêzên terorê li hundir û dervayî welêt xebatên xwe bênavber didomînin.

Di tîrmehê da di êrîşên rêxistina terorê YPG/PKKyê da 4 peywirdarên ewlekariyê şehîd bûn, 2 polêsên ji tevgera taybet jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE