Di TSK’ê de operasyona li dijî FETÖ'yê

Di Fermandariyên Cendirme û Behravaniyê de ji bo 92 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn

Di TSK’ê de operasyona li dijî FETÖ'yê

Di nav leşkeriyê de lêpirsînên li dijî avabûnên veşartî yên FETÖ’yê dewam dikin. Di fermandariya giştî ya cendirmeyê û fermandariya behrevaniyê de ji bo 92 kesan biryara binçavkriinê hat dayîn. Di lêpirsîneke din de jî navend konya li 21 bajaran ji bo 50 gumanbarî biryara binçavkirinê hat dayîn.

Serdozgeriya Enqerê di çarçoveya lêpirsîna li dijî FETÖ’yê de ji Fermandariya Giştî ya Cenderimeyê 56 efser û di nav hêzên Fermandariya Behrevaniyê de jî ji bo efserek û 35 binefseran; bi temamî ji bo 92 gumanbaran biryara girtinê da.

Hat zanîn ku ji gumanbaran 8 kes hêj wezîfedar in.

Di lêpirsîn û lêkolînan de diyar bû ku gumanbaran bi rêvebirên serkêş yên FETÖ’yê re têkilî danîne.

Her wiha di lêpirsîna bi navend Konya ya li 21 bajaran de jî li dijî gumanbaran xebat hatin kirin.

Leşkerên ku hêj li ser wezîfeyê ne jî tê de, ji bo 50 kesî biryara girtinê hat dayîn.

Eşkere bû ku ji gumanbaran 40 kes hêj wezîfedar in; ji wan 22 kes di Fermandariya Hêzên Asîmanî de dixebitin û di nava wan de pîlot jî hene.

Wekî din ji bo Meral Boydakê jî di doza FETO'yê de 7 sal û 6 meh ceza hat dayîn

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 09:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE