Di warê berhemên tescîlkirî da Şanliurfa di rêza ewil da ye

Bajarê ku ji Saziya Marqe û Patentê ya Tirk herî zêde patent hildaye Şanliurfa ye û herêma yekemîn jî Herêma Behra Reş e.

Di warê berhemên tescîlkirî da Şanliurfa di rêza ewil da ye

 Bajarê ku ji Saziya Marqe û Patentê ya Tirk (TURKPATENT) herî zêde patent hildaye Şanliurfa ye û herêma yekemîn jî Herêma Behra Reş e.

Li gor daneyên ji saziya TURKPATENTê ya Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê hilda bajarê ku ji Saziya Marqe û Patentê ya Tirk herî zêde patent hildaye Şanliurfa ye û herêma yekemîn jî Herêma Behra Reş e.

Ji bona hildana patentê serlêdan ji hêla walîtî, şaredarî, odeyên ticaret û pîşesaziyê, odeyên ziraetê û komeleyan va tên kirin û TURKPATENTê ji 24ê Hezîrana 1994an vir va ku hatiye avakirin heta dawiya Tîrmeha îsal patent daye 435 berheman û ji bona tescîlkirina 420 berheman jî nirxandin didomin.

Di mijara berhemên tescîlkirî da Şanliurfa bi 27 berhemên xwe ku di nav da çîk, rûnê sade, kebaba cîgerê, şêraniya şilikê û nanê xwe di rêza yekê da ye. Peyra bi 24 berhemî Gazîentab, bi 17 berhemî Îzmir, bi 13 berhemî Manîsa û bi 12 berhemî jî Enqere di rêzê da ne.

Ji hêla herêman va jî Herêma Behra Reş bi 84 berhemî di rêza yekemîn da ye û peyra bi 72 berhemî Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û bi 67 berhemî jî Herêma Egeyê di rêzê da ne.AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 15:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE