"Di warê ragihandinê da me karê sed salan di 20 salan da kir"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun: "Bi pêngavên hatin avêtin va di warê ragihandinê da me karê sed salan di 20 salan kir"

"Di warê ragihandinê da me karê sed salan di 20 salan da kir"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun got, "Bi pêşengiya Serokomarê me Brêz Recep Tayyip Erdogan va û bi pêngavên hatin avêtin, verastkirinên hatin kirin û veberhênanên binesaziyê va di warê ragihandinê da me karê sed salan di 20 salan kir."

Altun di Bernameya Sertîfîkayê ya Akademiya Medyayê ya Navneteweyî ya Komeleya Enformasyona Medyayê ya Navneteweyî (UMED) ku li Salona Konferansê ya Serokatiya Ragihanê hat lidarxistin da axivî.

Altun bal kişand ku pêşketina bilez ya di teknolojiyên ragihandinê da, ji peywendiyên civakî bigire heta wergirtina nûçeyan di gelek waran da nûbûn bi xwe ra anî û wiha got:

"Belkî jî teknolojiyên ku bi sedan salan hatin emilandin, piraniya amûrên ragihandinê di 30 salên dawîn da bi rêjeyeke cidî ji nirxa xwe ketin. Dîjîtalbûnê belkî jî herî zêde di warê ragihandinê da rêçên nû vekirin. Bi pêşengiya Serokomarê me Brêz Recep Tayyip Erdogan va û bi pêngavên hatin avêtin, verastkirinên hatin kirin û veberhênanên binesaziyê va di warê ragihandinê da me karê sed salan di 20 salan kir."

Piştî axaftina xwe, Altun digel Serokê UMEDê Aslan Degirmenci sertîfîkayên beşdarên ku Akademiya Medyayê ya Navneteweyî kuta kirin, da.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE