Di wesayîda zabitayan de dengê dengbêjan olan da

Ji bo kal û pîr ji malê dernekevin ji wan re klamên dengbêjan dan ser.

Di wesayîda zabitayan de dengê dengbêjan olan da

Li Kanîreşa Bîngolê wesaîda zabitayan kolan bi kolan geriya û ji bo kesên extiyar ên ku ji malê xwe dernakevin kilamên dengbêjan lêdan. Xelkê jî di şanesîn û paceyan de li stranan guhdarî kir.

Wekî ku tê zanîn di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de kal û pîr nikarin derkevin derve.

Ji ber vê yekê li hin deveran ji bo wan gelek tiştên cuda tên kirin.

Ev der jî Navçeya Kanîreşa Bîngolê ye.

Ji bo ku extiyarên navçeyê zêdetir ji dengbêjan hez dikin û li malê aciz nebin, ekîba zabitayê kolan bi kolan geriya û ji bo wan kilamên dengbêjan da ser.

Kal û pîrên navçeyê jî derketin şaneşîn û paceyan û li stranan guhdarî kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE