Di Wezareta Karên Derva da operasyona dijî FETOyê

Di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da der barê 249 şikbaran da ji ber sedema di ezmûnên hilbijartina xebatkarên Wezareta Karên Derva da bêrêtî kirine, biryara binçavkirinê hat dayîn

Di Wezareta Karên Derva da operasyona dijî FETOyê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der barê 249 şikbaran da ji ber ku di ezmûnên hilbijartina xebatkarên Wezareta Karên Derva da bêrêtî kirine biryara binçavkirinê da û ji van 105 şikbar hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat gotin di salên 2010, 2011, 2012 û 2013an da ji bo ku di Wezareta Karên Derva da xebatkar bên wezîfedarkirin ezmûnên Karmendiya Pîşeyê ya Namzedan hatine kirin. Endamên FETOyê di van ezmûnên KPSS û OSYMyê da bêrêtî kirine û ji ber vê der barê wan da 5 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin û hatiye tespîtkirin ku 275 kes piştî van ezmûnan di wezaretê da hatine wezîfedarkirin.

Hat gotin der barê 249 kesan da ji ber ku ByLock bikaranîne, bi telefonên biankesor va bi rêvebirên payebilind ên rêxistinê ra û endamên rêxistinê ra têkilî danîne û sextekarî kirîne biryara binçavkiriê hatiye dayîn.

Hat ragihandin navend Enqere li 42 bajaran operasyonên hevdem hatin destpêkirin û heta niha 105 kes hatine binçavkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE