Di xebata "Hizûr Ewlehî Tirkiyeyê" da 1473 şikbar hatin girtin

Di xebatên Wezareta Karên Navxweyî bi beşdariya 62 hezar û 95 personelan kir da 1473 kesên şikbar ên lê digeriyan hatin girtin û 49 kesên windabûyî hatin dîtin.

Di xebata "Hizûr Ewlehî Tirkiyeyê" da 1473 şikbar hatin girtin

Di xebatên Wezareta Karên Navxweyî bi beşdariya 62 hezar û 95 personelan kir da 1473 kesên şikbar ên lê digeriyan hatin girtin û 49 kesên windabûyî hatin dîtin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku yekeyên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, Fermadariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlekariya Peravê ji bo Eyda Qurbanê bi hizûr û ewledarî derbas bibe li tevahiyê welêt pêkanîna "Hizûr Ewlehî Tirkiyeyê" kirin.

62 hezar û 95 personel beşdarî xebatê bûn lêpirsîna 590 hezar û 705 kesî hat kirin, ji bo 1650 kesî karûbarên edlî-îdarî hatin kirin, 87 kes hatin binçavkirin.

1473 kesên şikbar ên ji ber hin sûcan lê digeriyan hatin girtin û 5ê wan zarok 49 kesên windabûyî hatin dîtin.

Di xebatê da 179 hezar û 225 wesayît hatin kontrolkirin, ji bo 5 hezar û 289 wesayîtan karûbarên fermî hatin dîtin. 594 wesayîtên lê digeriyan hatin tesbîtkirin 538 wesayît ji trafîkê hatin menkirin.

3 hezar û 472 avahiyên metruk hatin kontrolkirin, 27 hezar û 942 dikan hatin kontrolkirin, ji bo 115 dikanan karûbarên fermî hatin dîtin û 4 dikan hatin girtin.

Di xebatê da gelek sîlah û hişbir hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE