Şaredarê Şirnaxê Mehmet Yarka vê hefteyê bû mêvanê bernameya aqilmend. Yarka di bernameyê de destnîşan kir ku chp di meseleya kurdan de ne samîmîye û di lijneya yekîtiya şaredariyan de naxwazê cih bidê şaredarên kurd.
Di beşa dawîn a bernameya Aqilmend de mijara sereke hilbijartina şaredarê Stenbolê bû.
Mêvanên bernameyê Şaredarê Semsûrê Suleyman KILIÇ, Şaredarê Muşê Feyat ASYA, Şaredarê Agiriyê Savci SAYAN û Şaredarê Şirnexê Mehmet YARKA bûn.
Yarka di bernameyê de bal kişand ser xebatên şaredariyan û derbarê yekîtiya şaredariyan de agahî dan.
Şaredarê Şirnaxê Mehmet Yarka got CHP di lijneya Yekîtiya Şaredariyan de cih nedaye tu şaredarên kurd û kurdan tenê bo armancên xwe diemilîne.
Lê li hember tevgera CHP AK Partiyê cih daye 2 namzedên kurd.
Yarka got dema kurd ji bo Stenbolê deng didin divê vê meseleyê jî ji bîr nekin.