Di zebeşê Iğdırê da zêdeyî 25 hezar tonî rekolte tê pêşbînîkirin

Li Iğdıra ku ji ber şert û mercên av û hewaya xwe lê gelek sebze û mêwe hêşîn dibin, berhevkirina zebeşan dest pê kir.

Di zebeşê Iğdırê da zêdeyî 25 hezar tonî rekolte tê pêşbînîkirin

Li Iğdırê di zebeşê ku berhevkirina wê dest pê kir da îsal zêdeyî 25 tonî rekolte tê pêşbînîkirin.

Li Iğdıra ku ji ber şert û mercên av û hewaya xwe lê gelek sebze û mêwe hêşîn dibin, berhevkirina zebeşan dest pê kir.

Ji bo berhevkirina zebeşên li ser erdekî bi qasî 8 hezar dekarî ajotî, karkerên demsalî bênavber dixebitin.

Îsal ji ber ku baran zehf barî, sezonê bi ber û bereket dest pê kir û lewma kêfa hilberîneran jî xweş e.

Zebeşê ku were berhevkirin dê ji bo parêzgehên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê were şandin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Ozkan Yolcu diyar kir ku li bajêr gelek cure sebze û meywe hêşîn dibe.

Yolcu bal kişand ku ji xeynî qeysiyê Îdirê, zebeşê wê jî eleqeyê dibîne û wiha dewam kir, "Bi berhevkirinê va hemû Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê zebeşên Îdirê tam bike."

Hilberîner Mustafa Pehlivan jî diyar kir ku ew li bajêr zêdeyî 20 salan hilberîneriya sebze û mêweyan dike.

Pehlivan bal kişand ku sebze û mêweyên bajêr bitam in û wiha got, "Berhemên me biqalîte ne. Ji navçe û parêzgehên cîran yên dikirin pir kêfxweş dibin. Hilberîna me baş e, sal bi sal zêdetir dibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE