Li Adanayê 3 kes ji ber îdiaya droneyan dişînin komên terorê yên li Sûriyeyê, hatin girtin.
Tîmên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr di çarçoveya operasyona terorê da şikbar M.S.Y. li Adanayê, B.A. li Stenbolê û M.E.N. jî li Hatayê binçav kirin.
Piştî karên wan ên li Midûriya Ewlehiyê ew sewqî mehkemeyê bûn û biryar hat dayîn ku ew bên girtin.
Operasyon
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Adanayê li hemberî şikbarekî ku droneyan dişîne komên terorê yên li Sûriyeyê xebatek dabûn destpêkirin. Tîman 9 roj berê şikbar C.D (32) li Hatayê binçav kiribûn.
Hatibû tesbîtkirin şikbar C.D bi vî awayî 4 drone şandiye.
Ew hatibû girtin û cezayê hepsê ya malê dabûn wî û paşê ew hatibû berdan. Ji bo 3 şikbarên din jî bên girtin xebat dabûn destpêkirin.AA