Li Gaziantepê welatiyê bi navê Erol Şimşek li çolê kevirên cuda û balkêş dîtin û anîn malê. Li gorî îdiaya wî ev kevir ji asîmanan ketine. Niha dixwaze pispor qîmeta keviran kifş bikin.
Kevirên reş in, cuda ne. Di hinan de hesin heye, di hinan de jî cam.
Ev, dîmenên kevirên welatîyekî Dîlokî ne.
Welatiyê bi navê Erol Şimşek gava li çolê digeriya hin kevirên cuda û taybet dîtin.
Got ez kevir ji asîmanan ketine kevir dan hev û anîn malê.
Şimşek niha him ji kesên derdora xwe, him jî li ser înternetê derbarê van keviran de agahî berhev dike.
Welatî niha dixwaze pispor piştgiriyê bidinê û qîmeta van keviran hîn bibe.