Îdiaya “êrîşa nîjadperest” derewandin

Fahrettin Sakçı: Ev ne meseleya Kurdbûn an jî Tirkbûnê ye

Îdiaya “êrîşa nîjadperest” derewandin

Di 16ê kanûnê de li Sakaryayê kesekî şerxweş gule berdabû derdorê û di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Lê hin çapemenî û hesabên medyaya civakî xebera êrîşê wekî “êrîşeke nijadperest” weşandin. Malbata mexdûr ew îdia derewandin û gotin: “ev ne meseleya Kurdbûn an jî Tirkbûnê ye.”

Di 16ê kanûnê de li Sakaryayê kesekî serxweş bêsedem gule berda derdorê.

Di bûyerê de bav û kurê wî yê li ber qehwexaneyê rastî guleyan hatin; Qadîr Sakçı jiyana xwe ji dest da, kurê wî jî birîndar bû.

Lê hin çapemenî û hesabên medyaya civakî vê xeberê wekî ku bav û kurê wî ji ber Kurdbûna xwe rastî êrîşê hatine, weşandin.

Malbata mexdûr îdiaya “êrîşa nîjadperest” derewandin.

Birayê Meqtûl Fahrettin Sakçı got,” Di navbera me û sûcdar de tu mesele tune bû. Em wî nas nakin jî. Ev 30 sal in em li vê derê dijîn. Erê em Kurd in lê me heta îro jî ber Kurbûna xwe tu pirsgirêk nedît. Ji xwe xwarziyê min bi xwe jî dibêje; sûcdar li wê derê belasebep gule berdaye derdorê.”

Fahrettîn Sakçıyê birayê Qadîr Sakçı bertek nîşanî nûçeyên şaş da û got ev ne meseleya Kurdbûn an jî Tirkbûnê ye.

Sakçı, wiha dewam kir “ Kesên ku ji bo sersaxiyê hatin nîvî Kurd in nîvî jî Tirk in. Tu meseleya nîjarperestiyê tune ye. Hin kes vê êrîşê ji xwe re kirine reklamekê; ha vir de û wir ve dikşînin. Daxwaz ji herkesî dikim; êşa me ji xwe re nekin reklam. Ji xwe agir bi mala me ketiye, derdê me ji xwe giran e.“

Qeymeqamê Hendekê Orhan Burhan gava ji bo sersaxiyê çûbû serdana malbatê axivî.

Burhan, got “Sûcdar hema piştî bûyerê hate girtin. Êdî ji vê bi şûn ve jî karê edliyê ye. Em pê bawer in ku meqamên edlî dê biryara herî baş bidin. Divê tu kes bi îdiayên derew sedema bûyerê neguherîne. “

Burhan Sakçıyê ku di bûyerê de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket û niha li malê tedawî dibe.

Sûcdar H.U.yê 51 salî ku gule berdabû ser bav û kurê wî, hema piştî bûyerê li Bursayê hate girtin.

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE