Berdevkê Wezareta Karên Derva Balyoz Tanju Bîlgîç diyar kir ku îdiayên qada rayeya li behrê û hewayê ya maksîmalîst a Yewnanistanê dijî hiqûqa navneteweyî ne û ev welat li hemberî Tirkiyeyê çekdarîbûn û polîtîkaya xerîbîtiyê ya ku bi pirsgirêk e didomîne.
Wezîrê Parastina Yewnanistanê Nikos Panayotopoulos ji bo peymana ku welatê wî bi Fransayê ra çêkiribû daxuyanî dabû û gotibû ku ew peyman qada rayeya li behrê jî di nav xwe da dihewîne û li ser vê yekê Bîlgîç jî bo pirsa hatibû kirin bi nivîskî bersiv da.
Bîlgîç diyar kir ku îdiayên qada rayeya li behrê û hewayê ya maksîmalîst a Yewnanistanê dijî hiqûqa navneteweyî ne û ev îdiayên Yewnanistanê ku ji hêla civaka navneteweyî va jî tên lêkolînkirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hewlên wiha beredayî him ji bo xebatên parastina mafên me û him jî ji bo yên Komara Tirk a Qibrîsa Bakur ên di Behra Ege û Behra Spî da wê zêdetir bike. Yewnanistan di şûna hevkariyê da çekdarîbûnê tercîh dike û polîtîkaya dixwaze Tirkiyeyê dûr bixe dimeşîne û ev yek him ji bo wê û him jî ji bo yekîtiya Ewropayê ku endamê wê ye polîtîkayeke bi pirsgirêk e."AA