"Dibê li ser hemû binpêkirinên hiqûqa navneteweyî lêkolîn were kirin"

Sînîrlîoglu li Konseya Ewlekariyê ya NYyê qala sedema kirina Herekata Kaniya Aştiyê ya li bakurê Sûriyeyê kir.

"Dibê li ser hemû binpêkirinên hiqûqa navneteweyî lêkolîn were kirin"

Ferîdun Sînîrlîogluyê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Tirkiyeyê di Konseya Ewlekariyê ya NYyê da li ser îdiayên dibêjin ku hêzên mixalif ên Tirkiye li bakurê Sûriyeyê piştgiriyê dide wan bi zanatî sivîlan dixin hedef û heke were îsbatkirin ku ev rast e dikarin wekî "sûcê şer" were qebûlkirin got, "Dibê li ser hemû binpêkirinên hiqûqa navneteweyî lêkolîn were kirin û kiryar werin tesbîtkirin, ya rastî dibê operasyonên Amerîkayê û dostên me yên din jî tevlî vê bikin."

Sînîrlîoglu li Konseya Ewlekariyê ya NYyê qala sedema kirina Herekata Kaniya Aştiyê ya li bakurê Sûriyeyê kir.

Sînîrlîoglu destnîşan kir ku herekat bi tenê li dijî PKK/PYD/YPG û DEAŞê li dervayê sînor tê kirin û wiha axivî: "Em hemû beyanên operasyona me ya têkoşîna dijî terorê wekî êrîşkarî nîşan didin bi tundî şermezar dikin."

Sînîrlîoglu got ku li Sûriyeyê welatê herî zêde li dijî DEAŞê têkoşîna da û bedela herî mezin da Tirkiye ye, rastiyên li ser PKK/YPGyê jî bi zanatî tên veşartin ku bidin jibîrkirin. Sînîrlîoglu got ku yekeyên îstixbarata Amerîkayê YPGyê wekî şaxa Sûriyeyê ya PKK dibînin û YE, NATO û Amerîka jî PKKyê wekî rêxistina terorê qebûl dikin.

Sînîrlîoglu diyar kir ku hin welat li dijî rêxistineke terorê ya din bi kar tînin û li gor vê sîlahên giran didin PKK/YPGyê û ew sîlahan jî li dijî Tirkiyeyê tên bikaranîn.

Nûner Sînîrlîoglu destnîşan kir ku PKK/PYDyê Ereb û Tirkmenên li herêmê qewitand û demografiya herêmê guherand, ev jî bi destê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan hat tesbîtkirin, bi sed hezaran Kurdên ji Sûriyeyê revî Tirkiyeyê û bakurê Iraqê û herêma di kontrola rêxistinê da bû "qada ceribandinê ya dewleteke terorê ya totalîter."

Sînîrlîoglu got ji bo tehdîda terorê ya li sînorê Sûriyeyê berteref bikin, yekîtiya erdê Sûriyeyê pêk bînin, gelê herêmê mihefeze bikin, rê vekin ku gelê Sûriyeyê di ewlehiyê da vegere welatê xwe Tirkiyeyê Herekata Kaniya Aştiyê da destpêkirin, di operasyonê da bi tenê terorîst xistin hedef û rêz nîşanî hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî didin.

Sînîrlîoglu got bi peyamanên bi Amerîka û Rûsyayê ra çêkirin û "hewlên dîplomatîk ên serkeftî" va Tirkiyeyê Herekata Kaniya Aştiyê di 22yê cotmehê da da sekinandin, lêbelê ji bo terorîstên dibe ku li herêmê mabin jî mafê parastina xwe mihefeze dikin û wiha pê da çû: "Hewlên me yên hevpar pêşî li bakurê Sûriyeyê avakirina dewleteke terorê birîn. Dibe ku ev ji bo her kesî xebereka kêrhatî nebe lêbelê ji bo pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê aştî û ewlehiyê pêk bîne gaveke zehf girîng e."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE