Li Sêrtê mamosteyên jin çawa ku fersenda wan çêdibe, li ser dîwarên dibistana xwe resman çêdikin. ji bo ku dibistanê xweşiktir bikin cur bi cur nîgaran xêz dikin.
Zarok li baxçê dibistanê dilîzin...
Mamoste li ser dîwaran nîgaran xêz dikin...
Li Sêrtê mamosteyên jin ên dibistana Yağmurtepeyê di wextên vala de dîwarên dibistanê dixemilînin.
Li ser dîwaran cur bi cur resman çêdikin.
Bi vê yekê him dibistan xweşiktir dibe, him jî zarok van resman hez dikin.
Mamoste bi dilxwazî û kêfxweşî van nîgaran xêz dikin.
Ew bi şabûna zarokan kêfxweş dibin.
Piştî ku çêkirina resman qediya dîmenên gelek xweşik derketin holê.