"Digel TÎHAyên Akincî Tirkiye di warê vê teknolojiyayê de bû yek ji 3 welatên cîhanê yên pêşketî"

Serokomar Erdogan li Çorluyê beşdarî Merasima Teslîmata Firokeyên Bêfirokevan ên Baykar Akinciyên Êrîşê (TİHA) û Qedandina Kursê bû.

"Digel TÎHAyên Akincî Tirkiye di warê vê teknolojiyayê de bû yek ji 3 welatên cîhanê yên pêşketî"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Digel Akinciya frokeya bêfrokevan a êrîşê, Tirkiye di warê vê teknolojiyayê de bû yek ji 3 welatên cîhanê yên pêşketî."

Serokomar Erdogan li Çorluyê beşdarî Merasima Teslîmata Firokeyên Bêfirokevan ên Baykar Akinciyên Êrîşê (TİHA) û Qedandina Kursê bû.

Erdogan di gotara xwe ya li wêderê de got, "Digel Akinciya frokeya bêfrokevan a êrîşê, Tirkiye di warê vê teknolojiyayê de bû yek ji 3 welatên cîhanê yên pêşketî. Bi Akinciyê re dê cîhan têkeve nava danustanên curbicur de."

Serokomar Erdogan herwiha bal kişand ser pîşesaziya berevaniyê ya xwemalî û wiha got, "Pîşesaziya me ya berevaniyê ya xwemalî di demeke gelekî kurt de ji sedî 20an derket ji sedî 80yî, ev yek di dîraka Komara Tirkiyeyê de yek ji serkeftinên herî mezin e. Me TB2yên xwe yên Bayraktar îxracî Ukrayna, Qeter û Azerbaycanê kirine. Peymanên nû yen îxracê jî çêbûne û çêdibin."

Erdogan destnîşan kir ku ji bo SÎHAyên millî jî gelek welat ketine sirayê de û wiha pê de çû:

"Nuha armanca me ew e ku em SÎHAyên wisa pêşbixînin ku bikaribin xwe li keştiyên me yên balafiran yên ku me berê ew çêkiribûn deynin. Em biryardar in Tirkiyeyê bi taybet di warê teknolojiyaya firokeyên bêfirokevan ên cengê de bikin welatekî pêşeng.  Înşallah emê di vî warî de jî bi ser kevin û emê êdî bikaribin SÎHAyên xwe bişînin erkên deryayî."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Bi çi hawî be jî her kes rastiyê dibîne û dizane. Yê ku bixwaze li herêmê tiştekî bike dê di serî de li Tirkiyeyê binere. Li herêma me yên ku bixwazin tenê kevirekî jî bilebitînin, dê pêşî li qanîkirina Tirkiyeyê bigerin. Li herêma me yên ku meyla operasyonan bike pêşî dê sekna Tirkiyeyê ya li ser asta aşitî û îstiqrarê binirxîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE