"Dijî hêzên DEAŞê yên li Sûriyeyê têkoşîna herî mezin Tirkiyeyê daye"

Serok Erdogan di Civîna Bi Medyaya Biyanî Re de axivî

"Dijî hêzên DEAŞê yên li Sûriyeyê têkoşîna herî mezin Tirkiyeyê daye"

Serok Erdogan di Civîna Bi Medyaya Biyanî Re de axivî

Ji axaftina Serok:

"Em plan dikin ku di navbera milyonek û 2 milyonî da penaberên Sûriyeyî vegerin herêma ewle."

"Dijî hêzên DEAŞê yên li Sûriyeyê têkoşîna herî mezin Tirkiyeyê daye."

"Niha di nav 3,6 milyon Sûriyeyiyên li welatê me da 350 hezar Kurd hene ku ji herêmên dagirkeriya PKK/YPGyê da ne hatine."

"Piştî ku di demeke kurt da ji çend hêlan va em gihîştin 30 kîlomêtroyî serî da Amerîka û Ewropa helwesta hin dewletan guherî."

"Tirkiye ji serê ser da û di her firsendê da siyaneta xwe ya ji bona yekîtiya ax û yekîtiya siyasî ya Sûriyeyê diyar dike."

"Tirkiyeyê bi baldariyeke li dinyayê kêm caran hempayê wê heye va herekatek meşand."

"Herekata Kaniya Aştiyê nişkêva derneket. Amadehiyên wê 3-4 sal berê, heta 5 sal berê dest pê kir." 

 "(Herekata Kaniya Aştiyê) Li gor min bawer nekirin ku Tirkiyeyê bi qasî 2-3 rojan ewqasî bi ser bikeve lewma bertekeke kêm nîşan dabin. Dema hat fehmkirin ku Tirkiyeyê bi serkeftin herekatê temam bike jî bertek ji hedê aqil û mantiqê derbas bûn."

"Temeniya min ew e ku Komîteya Qanûna Bingehîn a di 30yê cotmehê da li Cenewreyê bicive ji bo pêvajoya çareseriya siyasî bibe destpêk."

"Artêşa Tirkiyeyê ew ê ji herêmê veneqete lewra esasa ewlehiya wê derê vê lazim dike."

"Piştî hat fehmkirin Tirkiyeyê herekatê bi serkeftî temam bike bertek ji aqil û mantiqê dûr ketin. Dîsa jî me bi biryardarî herekata xwe domand."

"Ji ber ku mecbûr man me Herekata Kaniya aştiyê kir. Heke guh bidana hişyariyên me yên ji bo PKK/YPGya rêxistina terorê em ê îro bi vê ra mijûl nebûna."

 "Heger 120 saet biqede û sozên dane bi cî neyên wê herekat li ciyê ku maye bi biryardarî cardin bidome."

 "Me hetanî îro 360 kîlomêtre qad û 65 wargehên navendên Til Ebyad û Resûleynê jî tev hildan kontrolê. Di herekatê da 4 eskerên me û 74 endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê şehîd bûn. Hejmara terorîstên hatin berterefkirin derkete 750yî."

"Roja sêşemê li Soçiyê bi Birêz Putîn ra em ê der barê mijarê da terefên ku Rûsya û rejimê eleqedar dikin, biaxivin."

"Tam di roja hevdîtin hat kirin da nameyeke Serok Trump a li nezaketa siyasî û dîplomatîk nayê di medyayê da hat weşandin."

"Heke Amerîka hetanî êvara roja sêşemê ya xilasbûna 120 saetî sozên daye me bigre mijara herêma ewledar ew ê were çareserkirin."AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE