Dijî pêkhateya FETOyê ya di TSKê da operasyon

Hat diyarkirin ku 41 eskerên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hat dayîn hê jî li ser kar in...

Dijî pêkhateya FETOyê ya di TSKê da operasyon

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna dijî pêkhateya FETOyê ya li Hêzên Bejayê, Asîmanî û Behrê da 11 jê îmamên mehrem, 41 jê eskerên li ser kar ji bo 140 gumanbarî biryara binçavkirinê da.

Di daxuyaniya ku ji serdozgeriyê hat dayîn da hat ragihandin ku ji bo 129 eskerên li Fermandariya Hêzên Bejayê, Asîmanî û Behrê yên hat tesbîtkirin ku bi "îmamên mehrem" ên rêxistinê ra bi têlefonên bi ankesor û bi kontor ra bi awayekî periyodîk xeber didin û 11 îmamên mehrem ên ji van kesan berpirsyar in biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê ji bo girtina 2 albay, 4 yarbay û 7 serdar, 17 serpel, 16 sertexmen û 4 texmenên li Fermandariya Hêzên Bejayê, 31 binefserên li Fermandariya Hêzên Asîmanî û 2 albay, 2 yarbay û serdarek, 3 serpel û 40 binefersên li Fermandariya Hêzên Behrê peywirdar û 11 îmamên mehrem ên ji wan berpirsyar bên girtin dixebitin.

Hat diyarkirin ku 41 eskerên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hat dayîn hê jî li ser kar in.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Gulan 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE