Dijî şaxa edliye û hepsan a FETOyê biryara binçavkirina 24 kesan

Li 11 bajarên ku Balikesîr navenda wan e, di çarçoveya lêpirsîna ser şaxa edliye û hepsan a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo 24 gumanbaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê dimeşîne da bi îdiaya ku alîkarê midûrê îcrayê, gardiyan û katibên zebtê û bersûcên ku li gor îdiayê "îmamê mehrem ê polês û edliyeyê" ne, têkiliya wan bi "îmamên mehrem ên edliyeyê" yên rêxistina terorê ra hene, der heqê wan da biryara binçavkirinê hat derxistin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtî û Sûcên Organîze a Midûriya Emniyeta Bajêr li Balikesîr, Stenbol, Îzmir, Enqere, Kahramanmaraş, Kilîs, Gazîantep, Bursa, Bîlecik, Osmaniye û Çanakkaleyê ji bo girtina 24 bersûcan di heman demê da operasyon da destpêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE