Dijî tundiya li zanîngehan:"komîsyona hevpar"

ji bona li zanîngehan rê li ber tundiyê bê girtin YOKê plana xebatê amade bike û wê bi Wezareta Karên Navxweyî ra jî "komîsyona hevpar" bê avakirin.

Dijî tundiya li zanîngehan:"komîsyona hevpar"

 Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) ragihand ji bona li zanîngehan rê li ber tundiyê bê girtin YOKê plana xebatê amade bike û wê bi Wezareta Karên Navxweyî ra jî "komîsyona hevpar" bê avakirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya YOKê da hat destnîşankirin piştî bûyera li Zanîngeha Çankayayê ku Ceren Damar Şenela lêkolîner bi destê xwendekarê ku di ezmûnê da kopye dikişand û hat qefaltin bi awayekî "hovane" hat kuştin, ji bona tundiya li zanîngehan xebat dane destpêkirin.

Hat destnîşankirin Serokê YOKê Prof. Dr. Yekta Saraç der barê mijarê da bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ra axiviye.

Hat diyarkirin ji bona li zanîngehan rê li ber tundiyê bê girtin YOKê plana xebatê amade bike û wê bi Wezareta Karên Navxweyî ra jî "komîsyona hevpar" bê avakirin.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 09:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE