Dikana xwe kir pirtûkxaneya gel

Nanpêj dikana xwe kiriye pirtûkxaneya gel...

Dikana xwe kir pirtûkxaneya gel

Li Erdîşa Wanê nanpêjekî di firina xwe de dolabeke pirtûkan bi cih kiriye û kî bixwaze pirtûkan diyariyê wan dike. Nanpêj bi vê yekê xwest piştgiriyê bide hefteya pirtûkxaneyan.

Ev hefte hefteya pirtûkxaneyan e ku li çar aliyên welêt bi hewlên cuda tê pîrozkirin.

Li Erdîşa Wanê nanpêjekî ji bo ku piştgiriyê bide hefteya pirtûkxaneyan çalakiyeke manîdar kir.

Nanpêjê Erdîşî Yilmaz Şit li kargeha xwe dolabeke pirtûkan bi cih kir û pirtûk diyariyî muşteriyên xwe dike.

Armanc ew e ku balê bikişîne ser girîngiya xwendinê.

Muşteriyên firinê bi vê çalakiyê gelek kêfxweş bûne.

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE