Dilê xwendekaran xweş dikin

Endamên Komeleya Bisîkletê ya Muşê gund bi gund digerin

Dilê xwendekaran xweş dikin

Gund bi gund digerin û bi diyarî û çalakiyên cuda dilê xwendekaran xweş dikin. Endamên komeleya bisîkletê ya mûşê di nav berfê de çûn serdana dibistana gundê tapikê. Li vir him li xwendekaran diyarî belav kirin, hi jî bi wan re wext derbas kirin.

Ji bo xwendekarên gundan ziyaret bikin, guh nedan berf û bahozê.

Endamên Komeleya Bisîkletê ya Muşê, ji bo kêfa zarokên gundan bînin, her hefte diçin gundekî û li wir bi xwendekaran re wext derbas dikin.

Vê carê jî di nav berfê de, bi zor û zehmet çûn gundê Tepika Mûşê.

Endamên komeleyê li virê him diyariyên ji bo zarokan anîbûn belav kirin, him jî bi wan re lîstin û stran gotin.

Pişt re jî li derve bi berfê lîstin û kêf kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE