Dildaran seba balkişandinê li qeraxên Gola Wanê çop berhev kirin

Endamên komeleyê xwest ku balê bikişînin ser paqijkirina Gola Wanê û bi duruşmeya "Bira Gola Wanê Paqij Bimîne" li qeraxan bi grûbeke ku ji 100 kesên dildar pêk tê va çop berhev kirin.

Dildaran seba balkişandinê li qeraxên Gola Wanê çop berhev kirin

Li Xelata navçeya Bidlîsê bi beşdariya nûnerên Komeleya Aktivîstên Gola Wanê û saziya civaka sivîl li qeraxên Gola Wanê paqijî hat kirin.

Endamên komeleyê xwest ku balê bikişînin ser paqijkirina Gola Wanê û bi duruşmeya "Bira Gola Wanê Paqij Bimîne" li qeraxan bi grûbeke ku ji 100 kesên dildar pêk tê va çop berhev kirin.

Ekîbên şaredariya Xelatê jî bi grûbê ra xebitîn û çopên berhevkirî avêtin.

 Îbrahîm Behlul Şerefogluyê Nûnerê Xelatê yê Komeleya Aktivîstên Gola Wanê diyar kir, wekî berê wan seba paqijiya golê xebatên curbecur kirin.

Şerefoglu daxuyand ji bo ku ew balê bikişînin ser Gola Wanê wê di demeke nêz da tûra duçerxeyê li dar bixin û wiha dewam kir:

"Ji bo ku balê bikişînin ser paqijiya golê em her sal çalakiyên wiha li dar dixin. Em ê bi piştgiriya ciwanan li Xelatê van fealiyetên xwe salên dûr û dirêj bidomînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE