Karsazên Şemzînanî Celal Özel û birayê wî sabrî jî xêreke mezin kirin û ji bo li hezar û 500 malbatên mexdûr û hewce werin belavkirin alîkarî şandin. welatiyên ku koliyên xwe girtin ji birayên xwedanxêr re dia û spas kirin.
Birayên Karsaz ên Şemzînanî dilê malbatên mexdûr û hewce xweş kirin.
Karsazên Şemzînanî Celal û Sabri Özel ku bi salan in alîkariya mexdûran dikin îsal jî bi wesîleya qeymeqamiyê li Şemzînan û Rûbarokê koliyên xurekê belav kirin.
Koliyên ku karsazan şandin, bi alîkariya muxtar û xebatkarên qeymeqamiyê, li hezar û 500 malbatên mexdûr û hewce hatin belavkirin.
Welatiyên ku koliyên alîkariyê girtin ji birayên xwedanxêr re dia û sipas kirin.