"Dinya divê ji terorîzma faşîst a Îslamofobîk ra bibêje êdî bes e"

Di nivîsa xwe da Kalin ji bo kesên kuştî dia kir û êrîşê bi tundî şermezar kir.

"Dinya divê ji terorîzma faşîst a Îslamofobîk ra bibêje êdî bes e"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji bo êrîşên li Zelandaya Nû dijî du mizgeftan hatin kirin da got ku lazim e dinya li hemberî terorîzma faşîst a Îslamofobîk dengê xwe bilind bike û bibêje êdî bes e.

Kalin ji ser hesabê xwe yê Twîtterê du êrîşên ku li Christchurch bajarê Zelandaya Nû di wextê nimêja înê da li mizgeftan hatin kirin nirxand û wiha got: "Di êrîşa faşîst û nijadperest a ku li Mizgefta Nurê ya li bajarê Christchurchê ye da bi dehan kes bi hovîtî hatin kuştin."

Di nivîsa xwe da Kalin ji bo kesên kuştî dia kir û êrîşê bi tundî şermezar kir.

Berdevkê Serokomariyê Kalin ji ser peyama xwe ya Twîtterê wiha got: " Ev yek nîşan dide ku dijberiya li hemberî Îslamê û neyartiya li dijî Misilmanan hatiye çi astê. Me bi dehan caran dît ku gotegotên Îslamofobîk ên li dijî Îslam û Misilmantiyê çawa cihê xwe ji îdeolojiyên hov û xerifî ra hiştin. Dinya divê li hemberî terorîzma faşîst a Îslamofobîk dengê xwe bilind bike û bibêje êdî bes e."AA

Dîroka nûkirinê: 15 Adar 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE