"Dinyayê pir zû Aylan bebek ji bîr kir"

Serokomar Erdogan li Hêwana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di vebûna Civînên Giştî yên Lijneya Giştî ya NYyê ya 74emîn de axivî.

"Dinyayê pir zû Aylan bebek ji bîr kir"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Dinyayê pir zû Aylan bebek ji bîr kir. Tu carî ji bîr nekin rojekê heman bûyer dibe ku were serê we jî."

Serokomar Erdogan li Hêwana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di vebûna Civînên Giştî yên Lijneya Giştî ya NYyê ya 74emîn de axivî.

Erdogan destnîşan kir, "Di 8 mehên ewil ên salê de me 32 hezar koçberên bêdestûr ji fetisînê xilas kirin, 58 hezar koçber ên ji bilî Sûriyeyiyan vegerand welatên wan. Ji bo tesîskirina yekîtiya ax û siyasî ya Sûriyeyê ya ku em krîtîk dibînin, lazime komîteya destûra bingehîn aktîf û berdar were xebitandin.

Ez li hizûra we dubare dikim, dinya ji 5an mezintir e. Dema guhertina nêrîna me, saziyên me, rê û rêzikên me ji zû va hatiye." 

Serokomar Erdogan: "Li gor min ku ewlehiya me herkesî tune be, divê em bizanibin ewlehiya me tu kesî nîne û lazim e pişta xwe nedin vê rastiyê."

Erdogan wiha dewam kir, "Li dinyayê aliyek di nav luksê de jiyaneke xweş dijî, li aliyê din ê dinyayê birçîbûn heye, hejarî heye, nezanîn heye ev nayê qebûlkirin.

Ez li hizûra we dubare dikim, dinya ji 5an mezintir e. Dema guhertina nêrîna me, saziyên me, rê û rêzikên me ji zû va hatiye."

Serokomar Erdogan di mijara sepanên çekên nukleerê da got, "(Çekên nukleerê) Divê an ji bo hemûyan serbest an ji bo hemûyan qedexe bin, em vê pirsgirêkê di çarçoveya edaletê de çareser bikin.

Ez hemî welatan vedixwînim bila piştgiriyê bidin polîtîka û pêngavên me yên ku bingeha wan li ser edalet, ehlaq, wicdanê hatine danîn."

Serokomar Erdogan: "Li Konseya Ewlehiyê ya NYyê divê em tavhal reformên mayînde ên li gor edalet û heqaniyetê pêk bînin.

Ji bo tesîskirina yekîtiya ax û siyasî ya Sûriyeyê ya ku em krîtîk dibînin, lazime komîteya destûra bingehîn aktîf û berdar were xebitandin."

Erdogan got, "Dinyayê pir zû Aylan ji bîr kir. Tu carî ji bîr nekin rojekê heman bûyer dibe ku were serê we jî.

Di 8 mehên ewil ên salê de me 32 hezar koçberên bêdestûr ji fetisînê xilas kirin, 58 hezar koçber ên ji bilî Sûriyeyiyan vegerand welatên wan."

Erdogan di mijara terorê de wiha axivî, "Heta em hişmendiyeke bi heman awayî nêzikî hemî rêxistinên terorê nebin nikarin bo meseleya Sûriyeyê çareseriyeke mayinde bibînin.

Heke ku dîmenên jina Filistînî ya bi destê hêzên ewlehiya Îsraîlê bi hovane tê kuştin tesîrê li wicdanan neke êdî ne hewceye tiştek were gotin. Neteweyên Yekbûyî û Konseyek Ewlehiyê ya wê li ser esasên edalet, exlaq, wicdanê ji nû va were vesazkirin wê ji mirovatiyê ra bibe hêvî. Gelo armanca hewla wekî peymana sedsalê hat pêşîkêşkirin ew e ku hebûna Dewlet û gelê Filistînê ji kokê va ji holê rabike ye?"

Biryarên derbarê Îsraîlê de yên NYyê, Konseya Ewlehiyê nakevin rewacê. Wisa be gelo NY bi kêrî çi tê? Heke em bi biryarên ku hildidin tesîrê nekin ew ê edalet li ku derê temerkuz bike."

Erdogan dawiya axaftina xwe da namzed nîşan da, "Em talibê wezîfeya Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn in, me Serokê Komîsyona Karê Derva yê TBMMyê, Serbalyoz Volkan Bozkir namzed nîşan da."

Erdogan: "Ez bang dikim 15ê Adarê roja êrîşa Christchurchê çêbû ji aliyê NYyê ve wekî Roja li dijî Dijminatiya Îslamê Roja Piştgiriyê were îlankirin."

Erdogan ji bo hemû kesan aştî û azadî, ji bo hemû kesan firehî, ji bo hemû kesan edalet, ji bo hemû kesan pêşerojeke bi aram û ewle bang kir.

Erdogan ji bo hemû kesan aştî û azadî, ji bo hemû kesan firehî, ji bo hemû kesan edalet, ji bo hemû kesan pêşerojeke bi aram û ewle bang kir.AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE