Ket, korîngan û şolikên Îdirê ji bo debara heywanan li gelek herêman tê firotin.
Li bajêr gelek cureyên zerzewade, fêkî û dexl û den çêdibe.
Di salên dawîn da bi piştgirî û teşwîqan wekî êmê heywanan garis, ket, korîngan jî tê çandin û cotkar mehsûlê xwe bi makîneyên kar va didirûn û difiroşin cihên ku xwedîkirina heywanan zêde ye.
Îsal ji 63 hezar û 270 dekar zeviyan 309 hezar û 133 ton garis, ji 281 hezar û 150 dekarî milyonek û 495 hezar û 400 ton ket û ji 20 hezar dekarî 14 hezar ton korîngan û gîhayê nerme hat.
Cotkaran îsal jî gîhayê xwe dirût û heya dawiya sezonê Herêma Rojhilatê Anadoluyê di serî wê gîha û kesê xwe bifiroşin gelek bajarên Başûrê Rojhilatê û Anadoluya Navîn.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Ozkan Yolcu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser axa bi xêr û bereket a Îdirê ji gulanê dest pê dike û heta cotmehê pêvajoyeke dirûnê heye.
Yolcu wiha axivî, "Li Îdirê çandina ket, korîngan û gîhayê ku didin heywanan sal bi sal zêde dibe. Hem wezareta me teşwîqan dide hem jî em bixwe projeyan çêdikin û bi saya piştgiriyên ku tên dayîn va jî hemû qadên çandiniyê û mîqdara hilberînê zêdetir dibe. Ev jî piştgiriyê dide heywandariyê."