"Divê civaka navneteweyî pişta xwe nede gelê Efxan"

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi vîdeokonferansê beşdarî Civîna Serokan ya Derasayî ya G20î bû ku bi rojeva Efxanistanê civiya.

"Divê civaka navneteweyî pişta xwe nede gelê Efxan"

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Divê civaka navneteweyî pişta xwe nede gelê Efxan û vî welatî bi tena serê xwe nehêle."

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi vîdeokonferansê beşdarî Civîna Serokan ya Derasayî ya G20î bû ku bi rojeva Efxanistanê civiya.

Serokomar Erdogan der barê Efxanistan da diyar kir pêşniyaz dike ku di bin banê G20î da komeke xebatê bê avakirin û got ku Tirkiye talibê serokatiya vê komê ye.

Erdogan destnîşan kir ne tenê ji bona herêmê ji bona dinyayê jî zehf girîng e ku li Efxanistanê demildest ewlehî û îstiqrar çêbe û wiha got, "Divê civaka navneteweyî pişta xwe nede gelê Efxan û vî welatî bi tena serê xwe nehêle."

Serokomar Erdogan got ku heger li sînorên başûr û rojhilat yên Tirkiyeyê ji ber koçberiyê tengasî çêbe wê ev bandorê li dewletên Ewropayê jî bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE