“Divê em bi baldarî hereket bikin”

Gül: Em ê li dijî FETÖ’yiyên krîpto operasyonên xwe bidomînin..

“Divê em bi baldarî hereket bikin”

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gûl got; operasyonên me yên li dijî qaşo rêvebir û krîptoyên rêxistina terorî fetullahiyan dewam dikin. Em ê lêpirsîn û jêpirsînan bidomînin. Gül wiha dewam kir; fetö stratejiya înkarkirinê bi rê ve dibe. Ew bi gotina kesên dijminê tirkiyê vê stratejiyê birêve dibin.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gûl: “Di nav rêxistinê de hin rêvebirên krîpto yên mahrem hene. Em, li dijî van kesan operasyonên berfireh bi rê ve dibin. Lêpirsîn û jêpirsînên me yên li dijî van dewam dikin. Helbet operasyonên me wê dewam bikin. Divê em di vê mijarê de bi baldarî hereket bikin. Di nav daraz, milkiye û leşkeriyê de; ew li kê derê bin bila bibin ferq nake. Em ê li dijî endamên rêxistinê yên krîpto li gorî hiqûqê micadele bikin. Ew bi zelalî xuya dike ku hin kes li dijî welatê me taktîkan didin van. Ew jî di nav disîplîna rêxistinê de parastina xwe dikin.”

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE