"Divê em êdî di serî da li ser aborî û ewlehiyê bisekinin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya ji ser Twitterê da destnîşan kir divê êdî nîqaşên li ser hilbijartinê li paş bimînin û wiha got: "Divê em êdî di serî da li ser aborî û ewlehiyê bisekinin. "

"Divê em êdî di serî da li ser aborî û ewlehiyê bisekinin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya ji ser Twitterê da destnîşan kir divê êdî nîqaşên li ser hilbijartinê li paş bimînin û wiha got: "Divê em êdî di serî da li ser aborî û ewlehiyê bisekinin. Dem dema hevhimbêzkirin û zeximkirina yekîtî û bihevrabûnê ye."

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir li ber Tirkiyeyê heyameke 4 sal û nîvek heye û ev heyam heyama kar û xebatê ya bênavber e û wiha got: "Divê êdî nîqaşên li ser hilbijartinê li paş bimînin. Divê em êdî di serî da li ser aborî û ewlehiyê bisekinin. Dem dema hevhimbêzkirin û zeximkirina yekîtî û bihevrabûnê ye. Armanca me ew e ku em refaha gelê xwe zêde bikin, hevsenga ewlehî û azadiyê biparêzin û talûke û gefên dijî siberoja dewleta xwe berteref bikin û Tirkiyeyê bibin hedefên 2023yan."

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê şerê dijî terorê bi biryardarî bidomînin û wiha got: "Înşellah em ê pê ra jî reformên bingehîn yê pêwîstî pê heye bi cî bînin. Em ê hêza xwe ji gel bigirin û her dem bi aqil û wijdana hevbeş balê bikşînin ser nirxên ku gelê me pê tên cem hev. Em ê kesî piştguh nekin û di qada siyasetê da hewl bidin ku her kes di PARA HEVPAR YA TIRKIYEyê da bên bal hev."

Erdogan diyar kir bi tenê wê gel Tirkiyeya 2023yan ava bike û wiha got: "Di meseleyên ku pêşeroja welatê me eleqedar dikin da divê em cudahiyên siyasî deynin aliyekî û wek 82 milyon mîna ÎTIFAQA TIRKIYEyê hereket bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE