“Divê Emerîka aliyê xwe diyar bike”

Çavuşoğlu: Divê Emerîka çekan nede terorîstên li Sûriyeyê

“Divê Emerîka aliyê xwe diyar bike”

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu ji bo washington postê makaleyek nivîsand û got; Emerîka alîkariyê dide rêxistina terorî ypg/pkk’ê, bi vî awayî xelkê xwe jî dixe nav talûkeye. Her wiha Çavuşoğlu diyar kir ku divê emerîka çekan nede terorîstên li sûriyeyê.

Çavuşoğlu got divê Serokê Emerîkayê Donald Trump polîtikaya xwe ya şaş a rojhilatanavîn biguherîne.

Ger alîkariya çekan a ji bo rêxistina terorî YPG’ê bê sekinandin, dê rêxistina terorî derbeke giran bixwe.

Çavuşoğlu bibîr xist ku ji bo çekan nede rêxistina terorî YPG’ê, Tirkiyê Emerîka hişyar kiribû. Divê emerîka aliyê xwe diyar bike.

Wezîr Çavuşoğlu diyar kir ku Emerîkayê gotibû em nahêlin çekên di destê YPG’ê de li dijî Tirkiyê bên bikaranîn. Bi rastî rayedarên Emerîkayî nikarin di vê mijarê de sozan bidin me.

Dîroka nûkirinê: 29 îlon 2018, 13:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE