"Divê li herêma ewle tenê Tirkiye hebe"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Divê li herêma ewle tenê Tirkiye hebe."

"Divê li herêma ewle tenê Tirkiye hebe"

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Divê li herêma ewle tenê Tirkiye hebe."

Akar piştî Civîna Sêalî ya li ser Sûriyeyê ku li Soçiyê di navbera serokên Tirkiye, Rûsya Û Îranê da hat kirin ji bona beşdarî Civîna Ewlehiyê ya Munîhê bibe hat Almanyayê.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar beşdarî civîna li ser şerê dijî DEAŞê hat lidarxistin bû ku wezîrên parastinê yên Amerîka, Almanya, Fransa û Îngilistanê jî amade bûn.

Akar destnîşan kir piştî ku Amerîka ji Sûriyeyê vekişe divê valahiya çêdibe ji bona terorîstan nebe herêma ewle û wiha got: "PKK, PYD û YPG eynî ne. Loma jî ji herêmê derxistina YPGya rêxistina terorê ji bona ewlehiya sînor û gelê me mijareke zehf girîng e."

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir divê li herêma ewle tenê Tirkiye hebe.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE