Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Meriv dikare biryarên Lijneya Hilbijartinê biecibîne yan jî neecibîne, lê divê meriv siyanetê nîşanî biryarên Lijneya Hilbijartinê bide û ev şertekî dewleta hiqûqê ye."
Gul li Serokatiya Bajêr ya AK Partiyê ya Gazîentabê daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul li ser pirsa der barê biryara Lijneya Hilbijartinê ya bo hilbijartina li Stenbolê da wiha got: "Meriv dikare biryarên Lijneya Hilbijartinê biecibîne yan jî neecibîne, lê divê meriv siyanetê nîşanî biryarên Lijneya Hilbijartinê bide û ev şertekî dewleta hiqûqê ye."
Abdulhamît Gul di berdewamiyê da wiha peyivî: "Hûn nikarin li ser rexneyê endamên Lijneya Hilbijartinê yên birûmet bikin hedef, nav û paşnavên wan bibêjin celadiya îtibarê bikin. Ev şêwe zirarê nade asta endamên Lijneya Hilbijartinê, lê asta kesên bi şêweyeke wiha xeber didin dadixe."